Nêçîrvan Barzanî û balyozê nû yê Rûsyayê li Hewlêrê civiyan
Balyoz Magsimol ku, ev cara yekemîne serdana Herêma Kurdistanê dike, kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên herêma Kurdistanê diyar kir û got ku ew dê giringiyê bi têkeliyên navbera Hewlêr û Moskovayê bide. Wî got ku Rûsiya di warê aborî de giringiyeke mezin bi Herêma Kurdistanê dide û şirket û kompaniyên rûsî bi giştî û kompaniya Gazprom bi taybetî teşwîq dike ku di warê enerjiyê de sermayeyê xwe li Herêma Kurdistanê birazînin.
Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku balyozê nû yê Rûsiyayê li Îraqê, di kar û xebatên xwe de serkeftî be û têkeliyên navbera Rûsiya û Herêma Kurdistanê ber bi pêş ve biçin. Serowkezêtîr tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim piştevaniya şirket û komapniyên welatên dost dike ku li Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe di warên cuda de birazînin. Serokwezîr diyar kir ku ji encama wan pêngavên hikûmetê di warê çaksaziyê de avêtine , rewşa herêma Kurdistanê ber bi başiyê diçe û kompaniyên rûsî dikarin di hemû waran de berhemanînê bikin.
Barzanî behsa kar û xebatên kompniya Gazprom ku çend sale li Hrêma Kurdistanê kar dike, kir û got ku, ew kompanî ne bi tenê kompaniyeke rûsî, lê ew kompaniyeke navdewletî ye û di paşerojê jî de hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bona berfirehkirina karên wê, dê piştevaniya Gazprom bike.
