• Sunday, 22 February 2026
logo

Perlemanterek: Hilbijartinên herêmê û Îraqê tên paşxistin

Perlemanterek: Hilbijartinên herêmê û Îraqê tên paşxistin
Endamekî civata nûnerên Îraqê radigihîne; îsal çi helbijartin li herêma Kurdistanê û Îraqê nayên kirin û ji bo sala bê were paşxistin.

Rêzan Şêx Dilêr, perlemantara Yekîtîyê li civata nûnerên Îraqê got: zehmete îsal çi hilbijartin li herêma Kurdistanê û Îraqê bên kirin, ji berku hijmareka mezin ya welatîyan aware bûne, pêşbînî tê kirin ku hilbijartinên civatên parêzgehan û civata nûnerên Îraqê, ji bo sala 2018, bên paşxistin.

Got jî: ji bilî awareyan, herêma Kurdistanê gelek pirsên darayî û qanûnî hene û bi çi rengan nikare îsal, hilbijartin li herêmê bikin.

War.tv
Top