• Sunday, 22 February 2026
logo

Mezintrîn serbazgeha DAIŞê hat kontrolkirin

Mezintrîn serbazgeha DAIŞê hat kontrolkirin
Hêzên Iraqê yek ji serbazgehên DAIŞê li Mûsilê kontrolkirine ku DAIŞ ji bo perwerdekirina çekdarên xwe bikar aniye.

Serbazgeha Temûz dikeve nêzîkî balefirxaneya Mûsilê û berî niha hêla tirênê bû lê DAIŞê li wê serbazgehê çekdarên biyanî û zarok perwerdekirine.

Ew serbazgeh mezintirîn serbazgeha DAIŞê li Mûsil û Iraqê bi giştî ye ku hatiye kontrolkirin.

Ji aliyê din ve êrîşên hêzên Iraqê li aliyê rastê yê Mûsilê berdewam in û wan rêya sereke ya Mûsilê - Teleferê kontrol kirin û niha gihîştine ser rûbarê Dîcleyê.

Artêşa Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro hêzên wan rêya Mûsil-Telefer kontrol kirine û herwiha çûne nava Weadî Hecer li Rojavayê Mûsilê.

Artêşa Iraqê bal kişande ser wê yekê jî ku wan 2 girtîgeh li taxa Teyeran dîtine ku 40 zindanî têde bûn.

Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê yek ji wan girtîgehan taybet bû bi jinan û 20 jin têde girtîbûn.

Rudaw
Top