• Sunday, 22 February 2026
logo

Parêzerekî kurd li dadgehê gilî li wî rojnamevanê tirkê nijadperest kir

Parêzerekî kurd li dadgehê gilî li wî rojnamevanê tirkê nijadperest kir
Parêzerekî kurd li Kurdistana Bakûr li dadgehê gilî li wî rojnamevanê nijadperest yê tirk kir ku heqaret li Serok Barzanî û alaya Kurdistanê kiribû.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja 26 Sibata îsal serdana bajarê Stenbolê kir, di pêşwazîkirina wî de li balafirxaneya Stenbolê alaya Kurdistanê li kêleka alayên Iraq û Tirkiyê hatibû bilindkirin. Ev yek rastî nerazîbûna tûj ya tirkên nijadperest hatibû.

Yek ji wan tirkên nijadperest, rojnamevanê rojnameya Sozcu, Emîn Çolaşan bû. Çolaşan bi zimanekî kirêt û tûj heqaret li Barzanî û alaya Kurdistanê kiribû.

Li hember wê yekê beşek mezin ji kurdên hemû parçeyên Kurdistanê nerazîbûnek tund nîşan dan.

Lê parêzerekî kurd bi navê Elî Bayram, ku xelkê bajarê Şirnexê yê Kurdistana Bakûr e, di warê hiqûqî de jî nerazîbûn nîşan da. Li gorî nûçeya televîzyona K24, Elî Bayram li dadgeha Şirnexê gilî li wî tirkê nijadperest kir û daxwaz kir ew rojnmavan were cezakirin.

Wî parêzerê kurd di gilînameya xwe de diyar kiriye ku Emîn Çolaşan di şexsê Barzanî de heqaret li hemû kurdan kiriye lewma divê were cezakirin.

Giliya wî parêzerê kurd dê ji aliyê dadgeha Şirnexê ve pêşkêşî dadgeha Enqerê were kirin.

Basnews
Top