• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamentereka kurd: Barzanî ji Ebadî re got dema wê ye ku em biryara çarenivîsa xwe bidin

Parlamentereka kurd: Barzanî ji Ebadî re got dema wê ye ku em biryara çarenivîsa xwe bidin
Endameka encûmena nûnerên Iraqê amaje bi vê yekê dike ku, di hevdîtina serokê herêma Kurdistanê û serokwezîrê Iraqê de pirsa serxwebûna Kurdistanê hatiye gotûbêj kirin.

Endama encûmena nûnerên Iraqê ya li fraksiyona PDKê Dr. Perîwan Xeylanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di hevdîtina dawiyê ya li çarçoveya kongreya asayîşa cîhanî li Munchenê Barzanî û Ebadî de, Barzanî behsa serxwebûna Kurdistanê kir û li gel Ebadî li ser vê pirsê hin gotûbêj kirin.’’

Herwaha got: ‘’Biryare ew şandeya biçe Bexdayê di asta hunerî de gotûbêjan li ser rêkeftin û awayê dahat û peyvendiyên di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de bike, lê ji aliyê siyasî ve ew şandeya diçe Bexdayê, li gel aliyên Iraqê behsa pirsa serxwebûn û referandomê dê bike.’’ Herwaha got: ‘’Biryare piştî heftiyek civîna partiyan dê ew şande biçe Bexdayê.’’

Basnews
Top