Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda hevbeşa Wezareta Derveyê Rûsya û kompanya Gazprom kir
Li hevdîtinê de ku birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê amade bûn, şanda mîhvan pêdagiriya welatê xwe li ser hevsozî û berdewambûna peywendiya li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir û amadehiya Rûsya ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li hemû waran da, xisterû. Şandê pesna serkeftin û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir li rûbirûbûna terorîstan da û spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ya ji bo asta bilinda hevkariya li gel Balyozxaneya Rûsya li Bexda û Konsolgeriya Rûsya li Hewlêr û kompanya Gazprom li Kurdistanê.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de şanda bilinda kompanya Gazproma Rûsî, plan û kar û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî rûn kir û tekez li ser berdewamîdan û pêşxistina karên xwe kirin.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û Rûsya, amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Rûsya pîşan da û daxwaz jî kir li wan pêşxistinan da, girîngiyeke taybet bi kertê çandinê bidin. Her wiha Serok Barzanî ji bo berdewamî û pêşxistina çalakiyên wan yên li Kurdistanê destxweşiyê li kompanya Gazprom kir.
Behskirina rewşa navçeyê û şerê terorîstan û pêşrewiyên operasyona azadkirina Musilê, beşekî dinê vê hevdîtinê bûn.
Rudaw
