Serokwezîrê Tirkiyê: Cîhan Ala Kurdistanê nas dike
Hikûmeta Tirkiyê di pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de li Firokexaneya Ataturk a Stenbolê û Firokexaneya Esenboga ya Enqerê, Ala Kurdistanê bilind kiribû.
Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Binalî Yildirim di civîna koma partiya xwe de derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê ya di pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de daxuyanî da.
Binalî Yildirim wiha got: “Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, Herêma Bakurê Kurdistanê xweser e. Parlamentoya wê û Serokê wê heye. Cîhan jî bi vî awayî nas dike. Kesên ku vê yekê tînin rojevê niyeta wan qencî nîne.”
Yildirim amaje kir ku rêza Tirkiyê ji serweriya axa Iraqê re heye û wiha domand:
“Destûra Bingehîn a Iraqê çi bibêje divê rêz li wê were girtin. Ti sepandinên me yê nû nîne. Ti pirsgirêkên me bi xwuşk û biryên me yên kurd re nîne. Hevwelatiyên me yên kurd hene. Çi qasî bi kurditiya xwe şanazî bikin kêm e.”
Rudaw
