• Sunday, 22 February 2026
logo

Nivîskar Jan Dost: Cihê YPG azad dike vedigere ser rejimê

Gulan Media February 28, 2017 Nûçe
Nivîskar Jan Dost: Cihê YPG azad dike vedigere ser rejimê
Nivîskarê kurd Jan Dost, ji heftenameya Basê re axivî. Jan Dost aşkere dike ku dê Sûrîye jibo gelên Sûrîyê û kurdan venegere berîya sala 2011an. Herwiha dê ji civînên çareserîyê jî ti çaresererî dernekeve.

Jan Dost bersiva pirsa me ya “Romana Kobanî xilas bûye. Çima tu wê çap nakî? Tu dikarî behsa proseya nivîsîna romanê bikî?” jî dide û aşkere dike ku jiber hin probleman ew roman çap nebûne.

Ji 2011an heta niha Sûrîye bûye qada şerekî mezin ê cîhanê. Wisa xwîya dike ew şer dê berdewam bike. Ligor zanyarîyan bi milyonan kurdên me yên Sûrîyê jî jiber şer û guvaşên PYDê ji Sûrîyê derketine û li herdera cîhanê bûne penaber. Çi li pêşîya kurdên me yên Sûrîyê yê? Ev penaberî û derbederî wê çiqasî berdewam bike?

Senaryoya ku ji min ve dîyar e weha ye: Zeman jibo kurdan û jibo tevaya gelê Sûrîyê li Sûrîyeyê qet nema vedigere mîna berî adara 2011an. Li pêşîya kurdan çend rê hene, yek ji wan ku PYD sûdê ji nakokîyên herêmî, navneteweyî werbigire û desthilatdarîya xwe xurt bike û meşrûîyet û rewatîyê bi zora çeka xwe û xwîna xort û keçên kurdan î rijîyayî bi dest bixe. Evê gelekî baş be ku struktura vê partîyê ne liser bingehên faşîzmê ba. Me di van salên buhurî de ezmûnek xerab ligel vê partîyê derbas kir. Bi dehan xortê dijberî xwe yan dijberê rejîma Esed ku hevpeymanê wan e, li kolanan kuştin û bi dehan sirgûn kirin û avêtin zindanên xwe û winda kirin. Tarîxek reş li rojavayê Kurdistanê hate nivîsandin. Ji wê pê ve jî, ew kete xefka “emperyalîzmê” û bû destbirakê wê, bi çeka wê û xwîna kurdan derbasî şerên dûrî herêmên kurdan bû. Senaryoyekî din jî heye ku sîyaseta herêma Kurdistanê ya qels hinekî xurt bibe, hevpeymanên wê û PYD jibo aramîya welêt li hev bikin, û desthilatdarîyek “leq” û fîftî fîftî li dar bixin. Senaryoya herî xerab jî ew e ku şerekî kurdan î navxweyî li Rojavayê Kurdistanê li dar bikeve.

Hêzên NATOyê, Rûsya Îranê li Sûrîyê ne. Her yek ji alîyê xwe ve li Sûrî ne û bo xwe hin hesaban dikin. Li alîyê din YPGê jî berê xwe daye Reqqayê. Hesabên PYDê û YPGê çi ne? Ew çima şer dikin?

Wek min di bersiva berê de got ew ketine xefkê. Li Sûrîyê êdî bi dehan xefk hatine vedan. Pirsgirêk bûye mîna gulokek tayê li hevgerîyayî û serê tayî nema dîyar e. Şerê ku li Minbijê bû, li gor hin agahîyan nêzîkî 1000 keç û xort ên kurd têde çûn. Lê wa dîyar e ku vala bû. Li Reqqayê rojane qeflek şervanên kurd têne kuştin, her weha li derdora Helebê jî ku vê dawîyê ew bajarokên “rizgarbûyî” hêdî hêdî vedigerin hemêza rejîmê. Şerê ku dibe dibe ku di sernivişta giştî de jibo berjewendîyên kurdan bin, lê ka kê garantî da ye! Gelo çi ji wan re tê gotin! Hayê me jê nîne mixabin.

Bo “çareserîya pirsa Sûrîyê” heta niha 3 civîn li Cenevê, 2 civîn li Astana û gelek civîn jî li Rîyad Enqerê Moskowê pêk hatin. Cenabê te van civînan çawa şîrove dike. Wê tiştek ji van civînan derkeve?

Ez bi xwe li du sê civînên Cenêvê amade bûm, li gel De Mistora û El Exder El Ibrahîmî rûniştim. Bi dîtina min ew civîn hemî dekorek in û hîç encamê nadin. Xelk bi hezaran têne kuştin, di zindanên Esed de bi dehhezran kes bi işkenceyê hatine kuştin, hema li zindana Seydnaya tenê ji 2011an de heta 2015 an 11 hezar girtî bi işkenceyê hatin kuştin. Neteweyên Yekbûyî çend caran civîya lê hemî hîç bû, sîyaseta dunyayê din destê dewletên mezin de ye ku xwîna mirovan zeyta motorê berjewendîyên wan e. Bi qasî ku xwîn dirije, wîqasî jî armancên xwe bi cih tînin. Jibo Rojhilata Navîn ne Amerîka ne jî Ewropa naxwazin rewşek aram were holê. Fabrîkeyên çek û silehan hene, ew fabrîke li welatên mîna Belcîka, Swêd, Danmark, Almanya Amerîka û Rûsyayê ne, eger daxwaza rawestina şeran ciddî be, divê ew fabrîkên mirinê rawestin ev yek jî hîç ne mumkin e ji ber ku ew sermayedar dê bi milyaran zîyanê bixwin.



Li Civîna Ewlekarîya Cîhanî ya Munchenê behsa derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Bi nezera cenabê te vegera Pêşmergeyên Roj dê bibe sînayala aramî û îstîqrarê li Rojavayê Kurdistanê.

Na. Bi dîtina min dem buhurî. Piştî ku PYD destê xwe yê giran danî ser her tiştî, aborî, jîyana civakî, leşkerî, ewê hîç nehêle hêzek din paralel were li rex wê şer bike û destkeftan li gel wê parve bike, ew yek jî mafê wê ye. Encumena kurdî û hiukûmeta herêmê ji roja ewwil de şaş tevgerîyan, metirsîyên ku me destnîşanî wan dikir di guh xwe ranekirin. Di destpêkê de, trêna PYD dikaribû were rawestandin yan hêdîkirin. Niha eger Peşmergeyên Rojava werin dikare şerê navxweyî li darbikeve. Eger garantîya hêzên hevpeymanên herdu terefan hebe dikare rewş aramtir be, lê ez ne zêde xweşbîn im. Ditirsim.

Berîya bi 2 – 3 mehan me bihîst ku romana Kobanî xilas bûye. Çima tu wê çap nakî? Tu dikarî behsa proseya nivîsîna romanê bikî?

Gava nivîskarekî wek Jan Dost qaşo berz û pirr tê xwendin, piştî 7 salan ji çapkirina 6 pirtûkên xwe yê bi kurdî, ku hin jê sê carî çap bûne, tenê 150 dolarî ji weşangerê xwe werbigire, bizanibe ku derfeta çapkirina romana Kobanî bi kurmancî dûr e. Ezê „weşanguran“ û „weşangurîya“ kurmancî hemûyî, bi qurbana xêzek ji romana xwe bikim.

Ez qet li pereyan nafikirim. Ew ne derde min e, lê danûstendin gundîyan e, mentelîteya feodal, min aciz dike û ji her tiştî sar dike. Min li gel deh weşangerên ereb jî kitêb çapkirine, di gel ku ew jî ne li gor pîvanê cîhanî ne, lê bi deh qatî ji yên me çêtir in. Xwedîyên imzeyên xwe yên li binê girêbestan in, hin ji yên me ne imzeya wan du qurûşan nake mixabin. Rûyê min nîne, ku ez berê xwe bidim wan û bibêjim yaw ev hûn çi qumaş in? Hûn çawa li xwe datînin keda mirovan bixwin? Yanî hûn diçin dukanê îsotekê dikirin û nirxê wê didin dikandarî, lê ev pirtûkên ku nivîskarên wan şev û roj bi wan ve mijûl bûne çima ji îsotekê erzantir in li ba we?

Xwînerên kurmancî li benda wergerên romanên Xwîna liser Minareyê, Naqosên Romayê ne. Dê kengî van romanan bixwînin.

Eynî bersiva ji bo romana Kobanî ye jibo vê pirsê jî dubare dibe. Min hîn weşanxaneyek kurdan î ku wek sazîyek rewşenbîrî tevbigere nedîtîye. Heta yên me yên başûrê Kurdistanê jî ne tu weşanger in, yek romanê naweşîne jiber ku navê Barzanî tê de heye!! Yek dibêje ku rexne li van partîyê heye em filan romanê naweşînin. Di van mercan de pirtûka kurdî, zimanê kurdî her wê seqet bimîne çiku xeta xwar ji “weşangerên” pîr de ye.

Basnews
Top