Mikhail Bogdanov: Lazime Kurd jî tevlî hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê bibin
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand ku divê grûbên kurdan jî tevlî hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê bibin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov li Moskowê di konferansekê de ji bo hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê got: "Di civînên aştî yên Sûriyeyê de divê nûnerên kurdan cih bigirin."
Mikhail Bogdanov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin ku muxalifên sûriyeyî bikaribin ji bo hevdîtinên aştî yên bajarê Cenevê heyeteke hevpar ava bikin."
Tura çaremin a Cenevê ku di 23ê Sibatê de destpê kir grûbên kurd ji bo hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê nehatibûn vexwendin.
