• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê partiyeke turkmen: Em serxwebûna Kurdistanê dixwazin

Gulan Media February 27, 2017 Nûçe
Serokê partiyeke turkmen: Em serxwebûna Kurdistanê dixwazin
Serokê partiyeke turkmen dibêje, em alîgirên serxwebûna Kurdistanê ne ji ber ku mafên me li Iraqê parastî nînin.

Serokê Partiya Gel ya Turkmen (THP) Îrfan Kerkûkî ji BasNewsê re got, him partiye me him jî gelê turkmen bi serxwebûna Kurdistanê re ne. Ji ber ku mafên me li Iraqê parastî nînin. Lê li Herêma Kurdistanê mafên me parastî ne.

Îrfan Kerkûkî her wiha got, em baş dizanin her gava Kurdistan bibe dewleteka serbixwe dê mafên me zêdetir bibin û rola me jî baştir bibe.

Wî siyasetmedarê turkmen anî ziman ku baregehên wan li Kerkûk, Hewlêr, Kifrî û hinek cihên din hene û got, me li ser baregehên xwe alaya Kurdistanê daniye ji ber ku em wê alayê alaya xwe dibînin ne ya Iraqê.

Basnews
Top