Serok Barzanî û Serok Wezîrê Tirkiye civiyan
Li hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û her wiha behsa serdana çaverêkirî ya şandekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo welatê Tirkiye kirin ku bi mebesta nirxandina peywendiyên aboriyên di navbera her dû aliyan dihêne Tirkiye.
Li beşekî dinê civînê de di derbarê rewşa siyasî ya navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Hêjayî gotinêye piştî civînê firavînek li ser şerefa Serok Barzanî ya li Koşka Encûmena Wezîrên Tirkiye ji aliyê Serok Wezîrê Tirkiyê ve hate rêkxistin.
Li van hevdîtin û civînan de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêkanîbûn.
