Fûad Hisên pîrozbahiya roja ji dayîkbûna Erdogan kir
Roja Yekşemê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwendineke fermê ji Serokomarê Tirkiyê giheşte wî welatî û li firokxaneya Istenbolê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Yildiz ve hate pêşwazîkirin ew pêşwazî hevdem li gel bilindkirina alaya Kurdistanê li frokxaneya Istenbolê bû û li gel Serokomarê Tirkiyê Recb Tayb Erdogan civiyabû.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê civînê de Wezîrê Enerjî yê tirkiyê Berat Bayrak, Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Yildiz û Serokê Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê Hakan Fîdan amade bibûn.Pêwendiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi taybet di ware aborî de hatin behskirin, herwiha di civînê de balkişandin li ser serdana Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirim berî demekê bo herêma Kurdistanê.
Herwiha û li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civîna Barzanî û Erdogan de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên û Berdevê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî amade bibûn.
Li gor zanyariyên BasNewsê her li wê civînê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên pîrozbahiya 63 sal ji dayîkbûna Receb Tayb Erdogan kir ku, di 26ê Sûbata 1954 bû.
basnews
