• Sunday, 22 February 2026
logo

Îran: Dê bersiva Tirkîyê li Îraqê û Sûrîyê bidin

Gulan Media February 27, 2017 Nûçe
Îran: Dê bersiva Tirkîyê li Îraqê û Sûrîyê bidin
Perlemantarekê Îranê dîyar kir: berpirsên Tirkîyê ji ber nefamîya xwe sîyaseta derve ya Îranê li deverê rexne dikin û got: Îran dê bersiva wan li Îraq û Sûrîyê bide.

Mensûr Heqîqet Por, endamê lijna asayîşa niştîmanî û sîyasetên derve yên perlemanê Îranê rexne li daxuyanîyên berpirsên Tirkîyê yên li dijî Îranê girt û dîyar kir: Îran dê bersiva Tirkîyê li Îraqê û Sûrîyê bide.

Got jî: piştî hewla kotedaya serbazî ya par welatê wî piştevanîya hikûmeta Erdogan kir, lê berpirsên Tirkîyê ji ber nefamîya xwe rexneyê li sîyaseta derve ya Îranê li deverê girtin.

Mevlûd Çavuşoglu , wezîrê derve yê Tirkîyê di kongreya Myonşinê yê asayîşa Navdewletî da rexne li sîyaseta derve ya Îranê li deverê girtibû û bi sîyaseteka têkderane bi nav kiribû.

war.tv
Top