• Sunday, 22 February 2026
logo

Abid Ike: Serdana Serok Barzanî gelek girînge

Gulan Media February 26, 2017 Nûçe
Abid Ike: Serdana Serok Barzanî gelek girînge
Nunerê HDPê yê li Hewlêrê derbarê serdana Serok Barzanî bo Tirkiyeyê de diyar kir ku ew serdana han serdaneke gelek girînge û xizmeteke baş pêşkêşî hewldanên heyî yên bo destpê kirina prosesa aştî û çareseriyê heye.
Abid Ike herwiha diyar kir ku niha rewşa Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê gelek aloze û 13 Parlementerên HDPê di girtîgehê dene, rewşa bajarê Nusêbînê jî aloze û ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye dorpêçkirin, jiber vê çendê di rewşeke wisa de destpê kirina danûstandinan li gel hikûmeta Tirkiyeyê bo aştiyê gelek zehmete, lê tevî wan hemû astengiyan jî serdana Serok Barzanî bo Tirkiyeyê gelek girînge û xizmeteke baş ya prosesa danûstandinê dike.
Ike herwiha diyar kir ku Serok Barzanî li gel Tirkiye û Serok û rayedarên piraniya welatên cîhanê xwedan têkiliyên gelekî baş û bihêze û ew yek jî cêyê serfiraziyê ye.
Top