• Sunday, 22 February 2026
logo

Serkirdeyekî YNK:Hêvîdarin bilindkirina alaya Kurdistanê Dewleta Kurdî li pey xwe bîne

Gulan Media February 26, 2017 Nûçe
Serkirdeyekî YNK:Hêvîdarin bilindkirina alaya Kurdistanê Dewleta Kurdî li pey xwe bîne
Endamekî Serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan(YNK) derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê li firokxaneya Istenbolê ligel a Iraqê dema pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku, bi bilindkirina alaya Kurdistanê guhetineke mezin pêkhatiye, Hêvî kir ku, bilindkirina alaya Kurdistanê Dewleta Kurdî li peyxwe bîne.

Duh, piştî giheştina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo firokxaneya Ataturk ya Stenbolê û ji aliyê Şêwirmendê Wezarta Derve yê Tirkiyê û berpirsên wî welatî ve hate pêşwazîkirin, li firokxaneyê Istanbolê alaya Kurdistanê ligel ya Iraqê hatibû bilindkirin.

Derbarê wê yekê Rehberî Seyd Ibrahîm Serkirdeyê Yekîtî Niştimanî Kurdistan(YNK) taybet bo BasNewsê ragehand ku, serdana Serokê Herêmê bo Tirkiyê û bilindkirina alaya Kurdistanê karekî pîroze û da zanîn ku, gelekî kêfxweşe bi bilindkirina wê alayê ji ber ku, bi xwîna hezaran şehîdên Kurdistanê li wê derê bilind bûye.

Herwiha endamê Serkirdayetiya YNK wiha jî got:"Em di civîna Serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî bi piraniya dengan ligel serxwebûna Kurdistan mezin in, bê guman em hemû hewla damezrandina dewleta Kurdî dikin, ji ber ku, ew daxwaza her Kurdekî ye ku, dewleta me hebe, bo vê yekê jî alaya Kurdistanê li her cihekî fermî bilind dibe û danpêdan pêtê kirin."

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku, berî niha Tirkiyê rê bi bilindbûna alaya Kurdistanê ne dida, niha di hemû hevdîtinên Barzanî de alaya Kurdistanê berizûbilind dibe.

basnews
Top