• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî û Serok Komarê Tirkiye civiyan

Gulan Media February 26, 2017 Nûçe
Serok Barzanî û Serok Komarê Tirkiye civiyan
Roja yekşem 26.02.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekî fermî û li ser vexwendina Serok Komarê Tirkiye gihîşt Tirkiye û li firokxaneya bajarê Stenbolê ji aliyê Ahmed Yildiz Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin û pêşwazîkirin jî hevdem bû li gel hilkirina ala Kurdistanê li firokxaneya Stenbolê. Paşê her li bajarê Stenbola Tirkiyê Serok Barzanî û birêz Receb Teyîb Erdogan Serok Komarê Tirkiye civiyan.

Li kombûnê da ku Berat Bayrak Wezîrê Uze (Enerji) û Ahmed Yildiz Cîgirê Wezîrê Derve û Hakan Fîdan Serokê Dezgeha Hewalgiriya Tirkiye amade bûn, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye bi taybet li warê aborî de xistin ber behs û guftûgoyan û ji bilî balkişandina li ser encamên serdana berê yê Serok Wezîrê Tirkiye ya Herêma Kurdistanê, Serok Komarê Tirkiye ragihand ku ji bo nirxandina rewşa aboriya Herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedixîne bo ku serdana Tirkiye bikin.

Li beşekî dinê civînê de behsa şerê terorîstên Da'îş û qonaxên operasyona azadkirina Mûsilê kirin û Serok Komarê Tirkiye piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî Da'îş dûpatkir.

Her li vê kombûnê da di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û Sûriye û konferansa Cenev û guhertinên dawî ya li hevkêşeyên navdewletî ku bandorê li ser navçeyê dikin û her wiha peywendiyên di navbera Iraq û Tirkiyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li vê hevdîtinê de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêkanîbûn.

Top