• Sunday, 22 February 2026
logo

Kerry bo Barzanî: Hepeymaniya di navbera Amerîka û Kurdistanê de bihêz dimîne

Gulan Media February 26, 2017 Nûçe
Kerry bo Barzanî: Hepeymaniya di navbera Amerîka û Kurdistanê de bihêz dimîne
Piştî bidawîbûna karê xwe wek Wezîrê Derve yê Amerîka di rêveberiya Barak Obama de, John Kerry nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re birê kir û ragihand “Hevpeymanitî di navbera Kurdistan û Amerîka de bihêz dimîne. Hûn kesekî birêz û hevpeymanekî bihêz û kesayetekî herî bi bawerî bûn, di hemû demên dijwar û zihmet de ku tê re derbas dibûn.”

Di nameya John Kerry ya ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ku çapek jê gihêştie K24ê, tê de hatiye: “’Dema ez xwe amade dikim bo erkê xwe radest bikim de, ez dixwazim bo çar salên borî yên wek Wezîrê Derve yê Amerîkayê, wan kesayetiyên bêhempa ku min li gel wan hevdîtin pêkanî amajeyekê bi wan bikim.”

Herwaha got: “Hûn kesekî birêz û hevpeymanekî bihêz û kesayetekî herî bi bawerî ne û di hemû demên giran û zihmet de ku tê de derbas dibûn, hêzên we yên Pêşmerge bi awayeke herî zîrek û jîr şer kirin, ji ber wê ez qurbaniyên hêzên û xelkê Kurdistanê di xebata berdewam kirina têkbirina DAIŞê de bilind dinirxînim.’’

Di beşeke din ya nameyê de John Kerry dibêje: “Pêzanînên min bo kesayeta we ya birêz û xelkê Herêma Kurdistanê heye, ji ber ku di dema tewanên DAIŞê de, nêzîkê du milyon penaberên Sûrî û koçberên navxwe û navçeyên din ên Iraqê pêşwazî lê kir. Piştevaniya we bo pêkhateyên netewî û olî yên cuda di pêşeroja bextewer a herêma Kurdistanê de dê beşdar be.’’

Di dawiya nameya John Kerry bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragihandiye: “Pêwendiyên bihêz ên di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de ez bilind dinirxînim û baweriya min bi temamî heye ku hevpeymaniya di navbera her du aliyan de wê bi awayeke bihêz bimîne. Ez hêviya aştiyê û pêşerojeke bextewer û serkeftî di bidest xistina armancên we de ji bo kesayetiya te ya birêz dixwazim.’’

K24
Top