• Sunday, 22 February 2026
logo

Yekemîn care alaya Kurdistanê li firokexaneya Istenbol bilind dibe

Gulan Media February 26, 2017 Nûçe
Yekemîn care alaya Kurdistanê li firokexaneya Istenbol bilind dibe
Bo cara yekemîn li firokexaneya Istanbolê ku, weke duyemîn paytexa Tirkiyê tê naskirin, alaya Kurdistanê ligel ya Irzqê hate bilind kirin.

Îro, piştî giheştina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo firokxaneya Ataturk ya Stenbolê û ji aliyê Şêwirmendê Wezarta Derve yê Tirkiyê û berpirsên wî welatî ve hate pêşwazîkirin, li firokxaneyê Istanbolê alaya Kurdistanê ligel ya Iraqê hatibû bilindkirin.

Ev yek di demekî de ye ku, berî niha bi ti awayî rê ji bo bilindkirina alaya Kurdistanê nedihat kirin, herwiha rê bi wan kesan jî ne dihat kirin ku, alaya Kurdistanê li nav çanteyên xwe jî hilgirtibûn .

Di nava vê mehê de Serokê Herêma Kurdistanê bi armanca beşdarîkirin di kongreya Asayîşa Cîhanî çûbû deveyî Kurdistanê û di wê demê de hevdîtin bi dehan serok û berpirsên bilind yên cîhanî kiribû.

basnews
Top