Rêveberiya Giştî ya dijteror a Kurdistanê:Pilana terorîstekî li Kerkûkê hate pûçkirin
Li gor daxuyaiyekê ya Rêveberiya Giştî ya dijterorê ya Kurdistanê ragehandî: "Di operasyonekî Rêveberiya Giştî û piştî wergirtina zanyarî û berdewamî bo şopandina pûçkirina pilanên terorîstan, me karî di 23.2.2017ê de li gundê Baciwan û Mişêrfê ku, dikevin rojavayê bajarê Kerkûkê teroristê bi navê "Izedîn Casim Ebid" desteserbikin."
Herwiha di daxuyaniyê de jî wiha hatiye belav kirin:"Di encama lêkolîn û pişkinînê de me karî cihê ku, wan terîstan bomben lê çandî nasbikin, herwiha pilan terorist ku, biryarbû li wê navçeyê pêkbînin pûçbikin.Piştî wê jî tîmên endezyariyê yên Rêveberiya Giştî ya dijterorê ew bombe pûçkirin."
Basnews
