Serok Barzanî: Azad kirina Parlementerên girtî vê xizmeta aştiyê bike
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di hevpeyvînekî de li gel Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung ya Almanî de daxwaza azad kirina Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û Parlementerên din yên girtî kiriye.
Di bersifa pirsekî de derbarê serbixweyiya Kurdistanê û helwesta Îran û Tirkiyeyê de jî Serok Barzanî gotiye: Weke her netewe û miletekî din serbixweyî mafê reva yê gelê Kurdistanê ye û serbixweyî tişteke di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pirseke navxweyî ya Îraqê ye û ti têkiliyeke xwe bi Îran anjî Tirkiyeyê re tuneye.
Serok Barzanî herwiha gotiye: Daxwaza netewe anjî miletek bo biryar dan li ser pêşeroja xwe ne li dijî demokrasî, azadî û mafên mirovaye: Serok Barzanî gotiye: Bo organîze kirina refrandoma taybet bi serbixweyiya Kurdistanê em îznê ji ti kes anjî ti aliyekî wernagirin.
Derbarê rewşa Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de jî Serok Barzanî eşkere kiriye ku rol û pêgeha Tirkiyeyê li deverê de gelek girînge û Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî bi awayekî bi cesaret dest bi hewldan bo çareseriya aştiyane kir lêbelê hin bûyer qewmîn û ew prosesa han hatin jinavbirin û niha rewşa gelek cudaye û azad kirina Hevserokê HDPê û Parlementerên din yên girtî ên HDPê vê xizmeta çareseriya aştiyane bike.
