• Sunday, 22 February 2026
logo

Tirkiye: YPG kantoneke din ava dike

Gulan Media February 25, 2017 Nûçe
Tirkiye: YPG kantoneke din ava dike
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, YPG dixwaze li Minbicê jê kantonekê ava bike û hişyarî da YPGê ku ji Minbicê derkeve.

Mevlut Çavuşoglu îro li bajarê Antalya yê Tirkiyê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Di konferansa rojnamevaniyê de li ser pirsa “armanca duyem a piştî El-Babê çi ye?” Çavuşoglu diyar kir, li Minbicê şervanên YPGê hene û bi gotina Çavuşoglu divê ew ji wir derkevin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê îdia kir, ku xelkê Minbicê naxwazin YPG li wir be û got: “Me bi Amerîkayê re şandeke hevpar şand, di serdana wê şandê de, dîtineke hevalên me, bi taybetî kesên ku di nav şanda me de bûn, çêbûye. Xelkê wê derê hemû, heman tiştî dibêjin. Minbic a xelkê Minbicê ye. Kesên ku ne ji Minbicê ne, bila ji vir derkevin.”

Mevlut Çavuşoglu amaje bi wê yekê jî kir ku ev peyam ji YPGê re ye, herwiha îdia kir ku YPG li wê derê zulmê li xelkê wê derê dike û got: “YPG zulmê li mirovên wê derê dike, bi zorê wan dide koçkirin û tapoyên wan ên fermî û belgeyên wan dişewitîne.”

Herwiha Çavuşoglu destnîşan kir, ku YPG dixwaze li wir kantonekê damezrîne, ji ber vê yekê jî divê YPG ji wir were derxistin.

rudaw
Top