• Sunday, 22 February 2026
logo

Karayilan: Pêşbînîya şerekî giran di navbera Tirkîyê û PKKê da li Qendîlê tê kirin

Gulan Media February 24, 2017 Nûçe
Karayilan: Pêşbînîya şerekî giran di navbera Tirkîyê û PKKê da li Qendîlê tê kirin
Murad Karayilan, endamê konseya rêveber ya koma civakên Kurdistanê KCKê ragîhand; PKKê amadekarîyên temam kirine û ew pêşbênî dikin, şerekî dijwar di navbera wan û supayê Tirkîyê da, li Qendîlê rûbide.

Murad Karayilan di hevpeyvînekê da ku malpera Roj News ya nêzîkî PKKê belav kirîye, gotîye: PKKê li Qendîlê, pêşbînîya şerekî dijwar digel supayê Tirkîyê dike, lewra her zû PKKê hemû amadekarîyên şer kirîye û hêvî xwast di dema rûdana wî şerî da, çi alîyên Kurdî xwe tevlî şer nekin û alîkarîya Tirkîyê nekin.

Karayilan dazanîn jî ku Tirkîyê berdewam di şerê Babê da li Sûrîyê restî şikestinê dibe, ev jî bûye eger ku êrîşên xwe li Qendîlê zêdetir bike, daku wan şikestinên xwe veşêre.

War.tv
Top