Endameka serkirdayetîya Partî: Tirkîyê rêgirîyê li serxwebûna Kurdistanê nake
Çinar Sedi Ebdulla, endama serkirdayetî û berpirsa mekteba lêkolînên Partîya Demokrat ya Kurdistanê bo ajansa Anadol got: Tirkîyê welatekî giringe bo herêma Kurdistanê û serdana serokê herêmê jî, bo bihêzkirina peywendîyên sîyasî û aborî û kultûrî yên herdu alîyane û tê çaverêkirin Erdogan û Barzanî, çend pirsên giring derbarê herêmê û Îraqê gotûbêj bikin.
Got jî: niha Barzanî û herêma Kurdistanê bi giştî, bi aşkereyî behsa serxwebûna Kurdistanê dikin û Tirkîyê jî baş dizane ku nîyeta herêmê serxwebûne, lewra bi gotina wê, Tirkîyê nabe rêgira serxwebûna herêmê û çi pirsan jî bo herêmê çênake.
War.tv
