• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Lazime rêkeftineke siyasî di navbera aliyan de hebe

Gulan Media February 24, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Lazime rêkeftineke siyasî di navbera aliyan de hebe
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel nunerê taybetî yê Almanyayê yê bo aramiya Rojhilata Navîn civiya.
Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê hikûmeta Almanyayê yê bo aramiya Rojhilata Navîn Eckhard Bros kir û di civînê de pêşhat û bûyerên dawî yên siyasî û leşkerî ên Îraqê bi awayekî giştî û operasiyona azad kirina Mûsilê û çawetiya vegerandin û bicîh kirina koçberan jî bi taybetî hate nîqaşkirin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Eckhard Bros tekez li ser dubare destpê kirina diyalog û danûstandinên cidî bi mebesta afirandina ji nûve ya baweriyê di navbera pêkhateyên parêzgeha Mûsilê kirin û derbarê çawetiya îdare kirina vê bajarê piştî azad kirin ji destê DIŞIê Mesrûr Barzanî got: Lazime hevterîb û şan bi şanê operasiyona leşkerî, rêkeftineke siyasî jî hebe jiber ku eger rêkeftin di navbera aliyan de neyê îmzekirin vê demê mimkune piştî operasiyonê ew kêşe û arîşeyên siyasî yên beriya dagîr kirina Mûsilê ji aliyê DIŞIê ve dubare serî hilbidin.
Di beşeke din ya civîna navbera Barzanî û Bros de behsa dabîn kirina aramî û paqêj kirina deverên rizgar kirî û vegerandin û bicîh kirina koçberan hate kirin.
Di dawiya civînê de jî şanda mêwan bi rêzdarî behsa qehremanî û qurbanîdanên hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de kir û tekez li ser domandina hevkariyên leşkerî yên Almanyayê ên bo Kurdistanê hete kirin.

Top