• Sunday, 22 February 2026
logo

Mccain senetorê Amerîka bi nihênî çûye Kobanê

Gulan Media February 23, 2017 Nûçe
Mccain senetorê Amerîka bi nihênî çûye Kobanê
Senatorekî Amerîka li dawîya heftîya borî bi nihênî serdana rojavayê Kurdistanê kirîye û digel serkirdeyên serbazî yên Kurd û Amerîka kom bûye.

Rojnameya Wal Sitrît Cornal di babetekê xwe da aşkera kir; Con Mekkîn, senatorê Amerîka li dawîya heftîya borî bi alîkarîya hêzên Amerîka yên di nava Sûrîyê da, bi serdaneka nihênî çûye Kobanê û digel serkirdeyên serbazî yên Amerîkî û serkirdeyên şervanên Kurd behsa şerê dijî Daişê kirine.

Nivêsîngeha Mekînî di beyanekê da serdana wî bo Sûrîyê piştrast kir û da zanîn; armanca seredanê, dîtina hêzên Amerîka yên li Sûrîyê bû.

Mekîn serokê lijna xizmetên serbazî ye li kongirêsa Amerîka û berî niha li sala duhezar û sêzdê jî çûbû Sûrîyê û digel serkirdeyên supayê Sûrî yê azad kom bibû.

War.tv
Top