• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr digel şandeyeke kongeresa Amerîkayê civiya

Gulan Media February 23, 2017 Nûçe
Serokwezîr digel şandeyeke kongeresa Amerîkayê civiya
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 22.02.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel Joe Wilson endamê Kongeresa Amerîkayê û şandeya pê re ku ji hijmareke fermandarên arteşê û diplomatkaran pêkhatibû civiya û Wilson kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên Herêma Kurdistanê diyar kir û rola xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna teror û parastina hemû pêkhateyên deverê ji terorîstan bilind nirxand û di heman demêd e sersaxî li balbatên şehîdên cenga dijî terorê kir.

Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke berpirsên hikûmeta Kurdistanê amade bûn, şandeya Amerîkayê tekîd li ser berfirehkirin û xurtkirina têkeliyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kir û got ku Amerîka dê li ser hevkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Amerîkayê kir ku, bi berdewamî hevakriya Herêma Kurdistanê dike, bi taybeyî di cenga dijî DAÎŞê de, meşiq û rahînana pêşmergeyê Kurdistanê ji aliyê pisporên arteşa Amerîkayê ve û alîkarîkirina koçbe rû penaberên destê terorê ku li Herêma Kurdistanê bi cî bûne.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa rewşa êkonomî û têkeliyên bi Bexdayê re kir; li dor rewşa aborî got ku kirîza êkonomî bargiriyaneke meizn ji bo Herêma Kurdistanê çêkiriye û di vî warî de Bexdayê alîkarî nekiriye û hêvî xwest ku civak navdewletî zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Li dor têkeliyên bi Bexdayê jî re, serokwezîr eşkere kir ku di warê leşkerî de hevahengiyek baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, lê di warên din de, bi taybetî di warê çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera her du aliyan , tu pêşkedftin çênrbûne.

Top