Hinek partiyên Kurdistanî pirojeyekî bo Iraqê amade dikin
5 partiyên Kurdistanî, îro di civîneke rojnamevaniyê de pirojeya xwe ya avakirina encumena diyalogê di navbera aliyên Iraqî de eşkere kirin.
Piroje ji aliyê sekreterê Partiya Şûî ya Kurdistanê Kawe Mehmûd ve hat ragihandin. Di pirojê de daxwaz ji hemû aliyên Iraqî û Kurdistanî hatiye kirin tevlî encumenê bibin û hatiye gotin ku nûnerekî NY jî di hevdîtin û civînanan de wek çavdêr amade be.
Wan partiyan daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê jî kirine mûçeyê karmendan li ber çavan re derbas bike, çavkaniyên dahatê zêde bike û xizmetguzariyan nede sekinandin.
Ew partiyên ku pirojeya han amade kirine, ev in:
Partiya Şûî ya Kurdistanê
Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê
Partiya Demokratîk ya Gelê Kurdistanê
Partiya Karkir û Kedkarên Kurdistanê
Basnews
