Serokê Kurdistanê serdana Tirkiyeyê dike
Li gor zaniyariyên ku dest waranpress ketine, biryare dawiya vê hefteyê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serdana Tirkiyeyê bike.
Li gor zaniyariyan vê Serokê Kurdistanê di çarçoveya vê serdana han de li gel Serokwezîr û rayedarên din yên Tirkiyeyê bicive û di civîn û hevdîtinan de vê behsa şerê Mûsilê, hebûna hêzên Tirkiyeyê yên li kempa Başîk û çawetiya îdare kirina Mûsilê piştî azad kirin were nîqaşkirin.
