Barzanî li hember paşeroja Kurdistanê geşbîniya xwe ragihand
Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de ku li ser hesaba taybet a wî li ser tora civakî ya Facebookê belav kiriye, dibêje, rol û rewşa niha ya Herêma Kurdistanê di asta cîhanê de cihê geşbîniyê ye.
Barzanî wiha got:
“Amadehiya bihêz a Herêma Kurdistanê li Kongreya Asayişa Cîhanî ya li Munîxê (Munchen) û goftûgokirina li gel kesayetî û şanda welatên bi bandor ên cîhanê derbarê rewşa navçeyê û çarenivîsa Herêma Kurdistanê de, cihê geşbîniyê ye”.
Barzanî herwiha di beşeke din a peyama xwe de tekez dike: “Ev pêgeha giran a Kurdistanê di hevkêşeyên germên siyasî yên cîhanê de, berhema îradeya azadîxwazî û qurbanîdana xortên wê ye”.
Rudaw
