• Sunday, 22 February 2026
logo

Daxwazek ji rêveberiya kurd tê kirin

Gulan Media February 22, 2017 Nûçe
Daxwazek ji rêveberiya kurd tê kirin
Endameke encûmena nûnerên Iraqê, amaje bi vê dike serokwezîrê Iraqê û cîgirê serokomarê Iraqê dixwazin helmeta nav nivîsandina ciwanên kurd bo nav heşdî şeibî berfireh bikin û dibêje, divê rêveberiya siyasî ya Kurdistanê du biryarên giring û lezgîn derbixin.

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û cîgirê serokomarê Iraqê Nûrî Malikî dixwazin pêngavên nav nivîsandina ciwanên kurd bo nav heşdî şeibî berfireh bikin û divê rêveberiya siyasî ya Kurdistanê li hember vê yekê biryarekê derbixe.’’

Herwaha got: ‘’Ew hemû ciwan ku dixwazin biçin nav heşdî şeibî, pêwîste bikevin nav hêzên Pêşmerge, herî kêm nîvê wan bibin Pêşmerge baştire. Herwaha ya baş ewe biryarek bê derxistin ku dervey hêzên Pêşmerge, ti kesek ji sînorên Kurdistanê nikaribe biçe nav hêzeke din.’’

Li gor baweriya Şaxewan Ebdula, Malikî hewl dide ew pirsgirêk berdewam bibe û ciwanên kurd biçin nav rêzên heşdî şeibî û diyar kir: ‘’Ebu Mehdî Muhendîs wek duyem serpereştyarê heşdî şeibî destnîşan kirin, rê xweştir dike bo daxwazên Malikî.’’

Basnews
Top