Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Fransa civiyan
Li civîneke dostane da Serok Barzanî spasî Serok Hollande û gel û Hikûmeta Fransa kir ku li rojên teng da palpiştê gelê Kurdistanê bûne û li şerê terorîstên Da'îş da hevkar û yarmetîderê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûn û armanca serdanê jî dûpatkirina dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa ye.
Her li vê hevdîtinê de Serokê Fransa pêzanînên xwe ji bo rola bi hêza Pêşmerge li şerê terorîstên Da'îş dûpat kir û tekez jî li wê yekê kir ku parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê ji bo Fransa gelek girînge, her wiha palpiştiya xwe ji bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê dûpat kir.
Qonaxên operasyona azadkirina Musil û şerê terorê û rewşa siyasiya Iraq û navçeyê mijareke dinê vê civînê bûn.
Piştî vê civînê Serok Barzanî û Serok Hollande li civîneke rojnamevaniyê de bersîva pirsiyarên rojnamevanan dan.
