• Sunday, 22 February 2026
logo

Malikî dixwaze hêzên Rojhilatî bê çek bike û ji Kurdistanê derxîne!

Gulan Media February 21, 2017 Nûçe
Malikî dixwaze hêzên Rojhilatî bê çek bike û ji Kurdistanê derxîne!
Tê gotin ku komek parlamenterên şîe yên Iraqê bi piştevaniya Nûrî Malikî dixwazin bi rêya parlamentoyê re partî û hêzên Kurdistana Rojhilat, yên ku ji ber neyartiya Îranê li Kurdistana Başûr bicîh bûne, bê çek bikin û ji Kurdistanê derxînin!

Heftenameya Bas ragihandiye, komek parlamenter û mezinên şîe yên Iraqê pirojeyek li dijî tevahiya opozîsyona Îranê li Iraq û Herêma Kurdistanê amade kirine û dixwazin bilez pêşkêşî parlamentoya Iraqê bikin.

Derheqê wê pirojê de parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê, Îslam Husên ji Basê re gotiye, haya me ji wê yekê heye. Nûrî Malikî ketiye rewşa hîstiriya, kî li kîj derê karekî li dijî Herêma Kurdistanê bike, piştevaniyê lê dike. Ew pirojeya ku parlamenterên şîe amade kirine, bo wê yekê ye ku hizbên Rojhilatî bê çek bikin û ji Kurdistanê derxînin. Ev jî dîsa bona wê ye serê Herêma Kurdistanê biêşînin.

Îslam Husên her wiha gotiye, partiyên kurdî yên neyarên Îranê li Kurdistana Başûr bicîh bûne, bi rizamendiya hikûmeta Kurdistanê bicîh bûne, xebata xwe dikin û rewşa Kurdistanê li ber çav digirin ji ber wê jî mirov nikare tiştekî bêje wan. NY jî agahdarî rewşa wan e.

Li gorî wî parlamenterê kurd, ev pirojeya erebên şîe dê bi ser nekeve çimkî piraniya firaksyonên parlamentoyê dizanin ku qanûnên navdewletî vê yekê qebûl nake.

Li gorî agahiyên heftenameya Bas, şîeyên civînek veşartî li ser wê pirojê kirine û dengê çend parlamenterên Kurdistanî jî bo vê yekê bi dest anîne.

Hinek jêderên din ji Basê re behsa wê metirsiyê kirine û gotine ku tirsa wê heye ew tiştên ku anîn serê kampên Mucahidînê Xelq, bînin serê kampên hizbên Rojhilatî jî ji ber ku di civînên xwe de behsa mînaka Mucahidînê Xelq kirine.

Li ser vê yekê, endamê deftera siyasî ya PDKÎ, Mihemed Nezîf Qadirî ji Basê re gotiye ku wan gelek caran di nav xwe de ew metirsî û îhtimalên xeter gotûbêj kirine ji ber ku niha Îran li Iraqê bûye serdest û şîe bi fermana Îranê radibûn û rûdinên, lewma ew texmîn dikin ku bûyerên ku hatin serê Mucahidînê Xelq, bên serê partiyên Rojhilatî jî. Lewma divê em û hêzên din hemû agahdar û hişyar bin.

Tê gotin ku gelek îmze bo wê pirojeyê hatine komkirin da ku pêşkêşî parlamentoya Iraqê bê kirin.

Basnews
Top