• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê MHPê: Amerîka dixwaze Tirkiye û YPG bixe yek rêzê

Gulan Media February 21, 2017 Nûçe
Serokê MHPê: Amerîka dixwaze Tirkiye û YPG bixe yek rêzê
Serokê giştî yê Partiya Bizava Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî dibêje, Amerîka dixwaze Tirkiye û YPGê bixe yek rêzê lê ew ti carî qebûl nakin.

Serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, îro di civîna firaksoyona partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê behsa operasyona Reqayê û helwesta Amerîka li ser vê mijarê kir û got, Amerîka dixwaze artêşa Tirkiyê û rêxistina terorîstî ya YPGê bixe yek rêzê lê em ti carî vê yekê qebûl nakin.

Devlet Bahçelî her wiha got, eger pêwîst bike bila artêşa Tirkiyê bi tenê êrişî Reqayê bike.

Seorkê MHPê li ser referandom û zindîkirina cezayê îdamê jî got, bila AKP xwe virda wêde nede, emê bê şert û merc piştgirî bidin qanûna îdamê.

Ev demek dirêj e li Tirkiyê cezayê îdamê bicîh nayê, herî dawî piştî kûceta par havînê îdam dîsa ket rojevê. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû, her gava parlamento qanûna îdamê derxîne ezê jî îmze bikim.

Basnews
Top