Gorran û YNKê nûçeya xwepêşandana Alamanyayê bi awayeke din belav dikin
Piştî destpêkirina konferansa asayişa Munich(Mûnîx)a Almanyayê bi hezaran çalakvanên aştiyê di Ewropayê de li bajarê Mûnîxê xwepêşandanekê li dijî NATOyê rêkdêxin û daxwaza hilweşandina wê rêxistinê kirin.
Di xwepêşandanê de ku zêdetir li 1500 çalakvanên alîgirên aştiyê di Ewropayê de birêve çû, çend berpirs û çalakvanên Gorranê bi ala Gorranê û alayeke Kurdistanê beşdarî vê xwepêşandê bûne ku armanca xwepêşanderan dijayetîkirin li hemberî rêxistina NATOyê bûye.
Piştî xwepêşandanê hejmarek medyayên ser bi Gorranê û medyayên baskê bibandorê yê YNKê belavkirine ku xwepêşandan ji aliyê hezaran kesên alîgirên Gorranê li dijî Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî hatiye encam dan.
Mesûd Barzanî bi serokatiya şandeke siyasî û leşkerî yê Herêma Kurdistanê ji bo beşdarîkirin di konferansa asayişa cîhanê bi serdaneke çûye Alamanyayê.
Basnews
