• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Libnanê civiyan

Gulan Media February 20, 2017 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Libnanê civiyan
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Beyrûdê bi Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî re civiya.
Serokwezareta Libnanê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Libnanê kiriye û li paytext Beyrudê bi Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî re civiya.
Hate ragihandin ku di dema serdanê de Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî jî amade bûye.
Li gorî heman daxuyaniyê di civînê de têkiliyên dualî û pêşketinên herêmî hatine guftûgokirin.

Top