• Sunday, 22 February 2026
logo

Çavuşoglu: DAIŞ û YPGe ticareta çek û neftê li gel hev dikin

Gulan Media February 20, 2017 Nûçe
Çavuşoglu: DAIŞ û YPGe ticareta çek û neftê li gel hev dikin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu ragehand ku YPGe û DAIŞ esas ji bo bidestxistina hêzê le gel hev şer dikin ne ji bo pêşeroja Sûriyê bilî vê yekê jî hinek caran jî kirîn û firotina çek û neftê li gel hev dikin.

Çavuşoglu got ku:”YPGe û DAIŞ di esas de ne ji bo pêşeroja Sûriyê belku ji bo bi dest xistina hêzê şer dikin û her du alî hewla vê yekê didin ku axa zêdetir bixine bin kontrola xwe hevdem car car jî kirîn û firotina çek û neftê dikin vê yekê jî her kes dizane.”

Çavuşoglu di civîna Wezîrên Derve yê G20 û 53mîn konferansa asayişa navnetewî di bajarê Mûnîxê de bersiva pirsyarên rojnamevanan da.

Basnews
Top