• Sunday, 22 February 2026
logo

Operasyona rojavayê Mûsilê dest pê kir

Gulan Media February 19, 2017 Nûçe
Operasyona rojavayê Mûsilê dest pê kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê dest pê kiriye.

Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî îro (19-02-2017) bi daxuyaniyekê ragihand, operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê dest pê kiriye lê beriya operasyonê erkê wan rizgarkirina xelkê ye û paşî yê axê.

Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe de pesnê hêzên ewlekariya Iraqê jî kir û got; “We bi pehlewaniya xwe, bi serkeftin û alîkariya hemwelatiyên xwe, cîhan mat kir.”

Operasyona kontrolkirina Mûsil û Deşta Nînowayê roja 17ê Cotmeha 2016ê dest pê kir. Di pêngava yekemîn de Hêzên Pêşmerge herêmên rojhilatê Mûsilê kontrol kir û rêya Artêşa Iraqê vekir.

Piştî 3 mehan roja 24ê Çileya 2017ê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku rojhilatê Mûsilê ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.

Rudaw
Top