Amadekariyên PDK’ê yên fermî gihîştin qonaxa dawîn
Li gorî daxuyaniya ku Komisyona Bilind a Damezirandina PDK’ê ragihand, destûr û bernameya partiyê hatine amadekirin. Desteya Damezirîner ku bi beşdariya gelek aliyên Kurd û Kurdistaniyan pêk tê, di kar û xebatên fermiyeta partiyê de ber bi dawiyê ve hatiye.
Amadekariyên partiyê, dîsa bi daxuyaniyekê, ji aliyê vê komîsyonê ve hatin ragihandin û hat diyarkirin ku, her cure daxuyanî û ronîkirinên siyasî, bi xebata damezirandina PDK‘ê ve girêdayî ye û tenê Komisyona Damezirêner a PDK‘ê ji pêşveçûna pêvajoya partiya nû berpirsiyar e.
Li gorî di daxuyaniya komîsyonê de hat ragihandin; Ji derveyî beyanatên vê komisyonê, daxuyaniyên li ser vê babetê werin dayîn, ne derbasdar in.
K24
