• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezîra bervaniya Almanyayê: Piştevaniya ragehandina dewleta Kurdî dikin

Gulan Media February 19, 2017 Nûçe
Wezîra bervaniya Almanyayê: Piştevaniya ragehandina dewleta Kurdî dikin
Di daxuyaniyekê rojnamevaniyê de di bajarê Muinch(Mûnîx)a Almanyayê, Wezîra Berevaniya Almanyayê, Von Der Leyen piştevaniya xwe ji bo ragehandina dewleta Kurdî tekez kir.

Di bersiva pirsa peyamnêrê BasNewsê derheqê vê yekê ku helwesta welatê Almanyêyê di dema ragehandina dewleta Kurdî vê çawan be? Wezîra Berevaniya Almanyayê got ku:”Ev yeke girêdayî wan bixweye lê eger ew dewleta xwe ya serbixwe ragehînin em ê piştgîriyê bikin.

Tekez jî kir ku biryara serxwebûnê birayara gele û gel çi biryarekê bide vê ew wek dewleta Almanyayê rêzê lê vê biryarê bigirin.

Li ser mijara Pêşmergan jî got ku:”Pêşmerge hêzekî bi bandore û roleke mezin heye bi taybet di şerê dijî DAIŞê de, bi alxanî ve, vê Almanya Pêşmerge bi tenê nahêlin û vê berdewam bin li piştevanîkirin û dabînkirina çek û teqemenî û pêdiviyên şer jî bo wan.”

Herwiha ev yeke jî eşkere kir ku sala borî li Kurdistanê bûye û bi çavê xwe hêza pêşmergeyan dîtiye û şandên Wezareta Berevanî jî bi berdewamî serdana Kurdistanê dikin û nexşeyan didanên û li gor wan nexşeyan planên alîkaiyê ji bo hêzên Pêşmergeyan didanên herwiha hemanegî li gel Wezareta avedankirinê heye heta jî aliyê madî ve alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Basnews
Top