Hêzên Amerîka gihiştin Mûsilê
Ajansa Asoşyeytd prês dîyar kir: hêzeka serbazî ya Amerîka gihiştîye bajarkê Hemam Elîl yê başurê rojavayê bajarê Mûsilê, bingehek serbazî li nêzîkî bingehên serbazî yên polîsên fedral û hêza taybet yên Îraqê danîye.
Ajansê da ye zanîn jî: ew hêz dê piştevanîya serbazî bo hêzên Îraqê di operasyona rizgarkirina rojavayê bajarê Mûsilê da dabîn bike.
War.tv
