Tirkiyê derbarê teqîna Rihayê de 26 gumanbar girtin!
Parêzgarê bajarê Rihayê ya Kurdistana bakur Azim Tuna di daxuyaniyekê de ji medyaya Tirkiyê re ragehand ku, piştî teqîna duh, ya taxa Yenişehirê bi armanca girtina wan kesên ku, ew teqîn pêkanîn lêpirsînan dan destpêkirin.
Herwiha Parêzgarê bajarê Rihayê li Kurdistana bakur Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) bi pêkanîna wê teqînê tometbar kir.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag derbarê teqîna bajarê Rihayê de ragehand ku, kiryarên wiha nikarin şerê me yê li dijî terorê rawestînin û asteng bikin.
Duh, danê êvarê teqînek li bajarê Rihaya yê Kurdistana bakûr pêk hat û di encamê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûne.
Basnews
