• Sunday, 22 February 2026
logo

Terorîstekî DAIŞê li wê yekê mukir hatiye ku destdirêjî li dehan keçên êzîdî kiriye!

Gulan Media February 18, 2017 Nûçe
Terorîstekî DAIŞê li wê yekê mukir hatiye ku destdirêjî li dehan keçên êzîdî kiriye!
Çekdarekî DAIŞê, ku ji aliyê Pêşmerge ve hatiye girtin, li wê yekê mukir hatiye ku destdirêjî li bi dehan keçên êzîdî kiriye û zêdetirî 200 kes jî kuştiye.

Terorîstekî DAIŞê bi navê Emar Hesen, ku rojên dawî yên sala 2016 li bajarê Kerkûkê ji aliyê Pêşmerge ve hatibû girtin, di lêpirsînê de li gelek sûcan mukir hatiye.

Li gorî raporteka ajansa Reutersê, wî çekdarê DAIŞê gotiye, emîrên DAIŞê rê didan wan ku bi kêfa xwe destdirêjî li jin û keçên êzîdî bikin. Wî terorîstî her wiha gotiye, serkirdeyên DAIŞê dizanîn em xort in û dilê me dixwaze ji ber wê jî pêşiya me nedigirtin.

Wî endamê DAIŞê di lêpirsînê de daye zanîn ku ew li nav bajar û deverên Iraqê de digeriyan û bi kêfa xwe destdirêjî li keçên êzîdî û mesîhî dikirin.

Li gorî Reutersê, wî terorîstê DAIŞê îtiraf kiriye ku zêdetirî 200 kes jî kuştiye û ji sûcên ku kiriye jî poşman nîne.

Wî çekdarê ereb yê DAIŞê, ku niha 21 salî ye, ragihandiye ku ji temenê 14 saliyê de li ser rêçka radîkaltiyê bûye.

Basnews
Top