2 berpirsên PKKê hatin kuştin
Derbarê mijarê de Parêzgeriya Mêrdînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, li gundewarên navçeya Nisêbîn, Mahsert û Artukluyê li hemberî PKKê operasyon tên birêvebirin. Di çarçoveya operasyonê de li navçeya Nisêbînê Taxa Korukoyê pevçûn derketiye û di encamê de 2 berpirsên PKKê hatine kuştin û polîsek jî birîndar bûye.
Li gor nûçeyên belav bûyî tê iddiakirin kesek ji wan berpirsê PKKê yê Mehsertê ye û nêzikê Murat Karayilan e.
Wezîrê Navxwe ya Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî dabû zanîn ku bepirsekî girîng ya PKKê canê xwe ji dest daye.
Li ser vê bûyerê ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatine belavkirin, lê malpereke nêzikê PKKê dide zanîn ku li Taxa Korukoyê 3 kes hatine kuştin.
K24
