Erdogan: Yên di referandomê de bêjin na dikevin rêza PKKê!
Erdugan duh dema ji Erebistana Siûdî vedigeriya, di nav firokeya xwe de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Li ser referandoma serokatiyê, ku dê 16 Nîsana îsal were kirin, Erdogan got, eger em di referandomê de bi ser kevin wê çaxê ezê dîsa bibim endamê partiya xwe (AKP) û rewşa ku niha heye dê çarçoveya fermî û hiqûqî bigire. (Qesta Erdogan ew e ku dê li şûna serokwezîr bibe serokê hikûmet û partiyê jî).
Erdogan dîsa êrişî wan kesan kir yên ku dixwazin di referandomê de dengê “na” bidin û got, bi qasî ku ez dizanim “çiya” (PKK) dibêje na, HDP jî dibêje na vêca yên ku dixwazin bêjin na dikevin rêza wan. Yanê li gorî min ferqa navbera erê û na ev e!
Erdogan çend roj berê jî bi tundî êrişî neyarên xwe kiribû û gotibû, yên di referandomê de bêjin na dikevin rêza kûdetageran.
Ji aliyekî din, serdozgerê bajarê Antalya jî li ser rûpela xwe ya twîtterê gotiye, yên ku di referandomê de dengê na bidin dê bi wan re mîna endamekî/a PKKê reftar bê kirin, ji ber wê jî bila ti kes aciz nebe!
Basnews
