Artêşa Tirkiyê: Me li PYDê da
Fermandariya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya dawiyê de ragihand, hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin, li herêma Ezaz û Cerablûsê 229 cihên nîştecîbûnê û herwiha erdekî rûbera 1910 kîlometre ducar kontrol kiriye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di navbera 9 û 15ê Sibatê de 166 çekdarên DAIŞê û 19 şervanên PKK/PYDê hatine kuştin û hatiye diyarkirin, ku ji bo endamên PYDê ji Efrînê derbasî aliyê Minbicê nebin hemû tedbîr hatine girtin.
Lê derbarê vê yekê de heta niha ji aliyê PYD an jî YPGê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.
Rudaw
