Almanya…Konferansa asayîşa cîhanî destpê dike
Konferansa 53.mîn a asayîşa cîhanî ya Munchenê îro 17.02.2017ê bi beşdariya 500 kesayetî û rêveberên leşkerî û siyasî yên cîhanî dê destpê bike û dê sê rojan berdewam bike.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî konferansê dike û herwaha li kêleka konferansê jî gelek hevdîtin û gotûbêjan li gel berpirsên payebilind ên cîhanî dê pêkbîne û daxwaza alîkariyê bo herêma Kurdistanê li dijî şerê DAIŞ û terorê dê bike.
Mijara serekî ya konferansa asayîşa Munchenê, asayîşa cîhanê, şerê terorê, pirsgirêka penaberan û pirsgirêkên welatên Yekitiya Ewropayê û bi taybetî jî ji aliyê asayîş û çend pirsgirêkên ku girêdayîne bi wan welatan ve dê bên gotûbêj kirin.
Basnews
