Amerîkayê teqîna Bexdayê şermezar kir
Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir tê de wiha hate gotin:”Em bi tûndî teqîna ku, nacçeya El-Beya şermezardikin, çekdarên DAIŞê bi vê kiryarê dixwaze fitneyekê di nav welaiyên Iraqê de bike û wan ji hev dûr bike.”
Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, pêwendiyên wan li gel Iraqê bihêzin, tekez kir ku, Amerîka dê li ser piştgiriya gelê Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de berdewam be.
Duh li navçeya El-Beya teqînek bi rêya otombîlekê pêkhat, di encamp de 45 welatiyên sivîl hatin kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûn.
Basnews
