• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Urmiyê ji ber reniya berfê 2 kes mirin

Gulan Media February 17, 2017 Nûçe
Li Urmiyê ji ber reniya berfê 2 kes mirin
Li gundê Berde Sor ê ser bi bajarê Urmiyê ve reniya berfê çê bû û di encamê de malek kete bin berfê. Bi sedema wê bûyerê, 2 kesan cane xwe ji dest dan.

Li gorî zanayariyan, derdora saet 10ê şeva çarşem li ser pênşemiyê, li gundê Berde Sor ê ser bi devera Sîlwana ya bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê, reniya berfê rabû.

Di encama rabûna reniyê de, malek kete bin berfê û 6 kes ji encamên wê malbatê ketin bin reniya berfê.

Welatiyên gundê Berde Sor û herwiha tîmên hawarhatinê piştî hewldaneke 2 saetî, 4 kes ji endamên wê malbatê rizgar kirin, lê belê 2 kesan jî di encama bûyerê de canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji Urmiyê bi dest xistin, 2 kesên bi navên Simayil Hesen Avdî temen 60 sal û kurê wî yê bi navê Ezîm 23 salî û xwandevanê sala dawî ya zanîngehê canê xwe ji dest dan.

Di bûyerê de dayika wê malê jî birîndar bû û bo wergirtina çareseriyên pizîşkî bo Nexweşxaneya Urmiyê hat birêkirin.

Ji ber sedema bihêziya reniya berfê, ban û dîwarên xaniyê wê malbatê herrifîne û berf derbasî nav mala wan bûye.

Di salên derbasbûyî de jî, çend caran reniya berfê li gundê Berde Sorê û li nêzîkî mala wê malbatê hatiye, lê belê xwediyê malê guh nedaye metirsiyên reniyê.

Şopînerên Rûdawê yên li Urmiyê, li ser bûyerê vîdeoyek ji Rûdawê re şandine ku têde şahidhalekî bûyerê ji Rûdawê re behsa çawaniya hatina reniyê bi ser wê malê de dike.

Herwiha di dîmenan de derikeve holê ku bane malê ketiye û dîwarên wê jî herrifîn e berf derbasî nav odeyên malê bûye.

Rudaw
Top