• Sunday, 22 February 2026
logo

Ezîz Weysî:Vegerandina " Leşkerên Roj" bo Kurdistana Sûriyê nêzîk bûye

Gulan Media February 17, 2017 Nûçe
Ezîz Weysî:Vegerandina
Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî ragehand ku, " Leşkerên Roj" yên ku, li Herêma Kurdistanê têne perwerdekirin dê di demeke nêzîk de vegerin Kurdistana Sûriyê.

Derbarê vegerandina pêşmergeyên Rojava Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehand ku, bi rêya Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî Pêşmergeyên Rojava di demeke nêzîk de vedgerin Kurdistana Sûriyê û bervaniya navçeyê dikin.

Herwiha di heman daxuyaniyê de Weysî tekez kir ku, pêwîste PKK,PYD rê bidin Pêşmergeyên Rojava yên ku niha bi ser bi ENKSê ve ne vegerin, ji ber ku, ew pêşmerge xelkên Kurdistana Sûriyê ne.

Hêza Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û ji wê demê ve li Başûrê Kirdistanê şerê li dijî DAIŞê dike.

Rudaw
Top