Human Rights Watch Heşda Şebî bi dizîn û wêrankirina malên Mûsilîyan suçbar kir
Rêxistina Human Rights Watch di nûtirîn raporta xwe da ku derbarê pêşîlkarîyên operasyona rizgarkirina Mûsilê amade kirîye, dîyar dike, hêzên Heşda Şebî bê çi egerekê bi dehan malên welatîyan û avahîyên wan wêran kirine.
Ragîhand jî; belge li ber destê wan hene ku Heşda Şebî ji dawîya meha borî heta destpêka vê mehê, nêzîkî sêsed û çil û pênc xanî û avahîyan li Mmûsilê herifandine.
Di raportê da hatîye: pranîya tawanên heşdê di operasyona Mûsilê da ku ji dawîya sala du hezar û şazdê heta destpêka Şubata îsal kirine, di şîyan daye bo asta tawanên şer bên bilind kirin.
war,tv
